6837_10154066510116677_4914893529879816220_n

Ji ber ku aktorên ‘’Pevajoya Çareseriyê ya 2013an‘’ a ku mebesta wê ji diyalog, siyaset, aramî û aştiyê re amadekirina zemînekê bû, dîsa li çek û tundiyê vegeriyan, ev demek e ku li gelek jîwarên Kurdistanê derfetên jiyanê nemane. Ev rewşa şer, di serî de mafê jiyanê, bûye sebebê binpêkirina gelek maf û hiqûqan. Nêvenga pêvçûnê ya ku dibe sebebê mirina însanan, xwedî lêderneketina cenazeyen, qedexeya derketina kolanan, karesatan û travmayên nû, înşîkaka civakî jî kûrtir kiriye.

Bi hincetên mîna peyam danê, şikandina vînê û damezrandina desthilatiyê, hewldana meşrûkirina ‘’ sîyaseta hêzê ‘’ ji dubarekirina nexwestina çareseriyê pê ve ji tiştekî re xizmet nake. Ji dêlva êrîşkariyê, ji şer re li hev anîna hincetan û bêqîmetkirina bangewaziyên aştiyê; ji bo her kesê ku dixwaze pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bike tişta herî divê ev e; zilm ji kî tê bila bê bi meyleke herî piçûk jî be alîkarî pê re neke û dev ji bertekên mafdar, aştîxwaz,adil ên ku wê lihevnekirinê çareser bike bernede. Sedemên ku pirsgirêkê xwedî dikin, mîna navgînê çareseriyê dan nasîn û bi awayekî bêhiqûq û bêetîk domandina pevçûnan, tenê qada zilmê berfirehtir dike.

Bedîûzeman Seîd Nûrsî, çi bêhiqûqî û mirinên sivîl ên ku di Herba Cîhanê a Duyem de çêbûbûn, çi jî rêbazên takrîr-î sukûn ên ku di serkutkirina serhildanên ku di salên ewil ên cumhûriyetê de rû dabûn de hatibûn bikaranîn, bi fehma ku ji Qur’anê ders girtiye, bi tundî rexnekiriye û gotiye : ‘’ Heqê yek masûmekî, ji bo hemû kesî jî naye betal kirin. Ferdek bi tenê jî, ji bo selameta giştî nayê feda kirin ‘’. Salox dide ehlê siyasetê yên ku ji bo selameta welêt dixebitin da ku heqîqeta borî li ber çavan bigrin û rê nedin polîtîkayên ku vê rêbazê binpê dikin, bi vî awayî:

‘’ … di ciyekî ku ku tê de bi hezaran zar û zêçên masûm, extiyar, nexweş hebin, bi hinceta ku yek- dudu leşkerên dijmin di wir de hene, bi bombeyan mehf kirina wan…’’,

‘’ Dustureke xedar ya siyaseta zalim a ku dibêje ‘’ ji bo cemaetê ferd tê fedakirin ‘’ gelek bûyerên pir zalimane, di bin navê ehvenu’ş-şerê de, bi navê wekî cûreyeke edaleta îzafî ji desthilatdariya xwe re wekî meslehetekî nîşan dane. Heta di vê sedsalê de, bi hukmê wê dustura xedar, bi şaşiya zilamekî, gundekî wêran dike. Bi dilxuşûşiya ku wê neh –deh mirov zirar bidin siyaseta wan, hezar mirovan perîşan dike.’’

‘’ ……. Ew kesên wisa ên niha nuqteya ku sîyaseta wan pişta xwe didê ev e: ‘’ Ji bo silametiya cemaetê, ferd tê fedakirin. Ji bo silametiya welêt mirov li mafê şexsan nanêre. Ji bo silametiya siyaseta dewletê mirov li niheqiyên piçûk nanêre.’’ Ji ruyê sûcdarekî bi mehfkirina gundekî mafê hezar masûmî nabîne. Li gorî wan caîz e ku ji ruyê sûcdarekî tenê, serê hezar mirovî bê jêkirin. Bi birîndarbûna mirovekî, bi hezaran kesên bêguneh dixe tengasiyê. Û bi vê hincetê dused mirov jî bêne gulebarankirin, li gor wî ne girîng e… ‘’

Tu rêxistinên ku bi ruhê hevokên li jor ên ku bal dikşînin ser etîka şer tev negerin nikarin edaletê saz bikin.

Yek daxwaza civaka ku pişta xwe daye heqaniyetê heye ew jî aştî û aramî ye. Li gor armanca avakirina wan divê dînamîkên civakî berê îradeya sîyasî bidin bal bi rêyên aştiyane. Lê mixabin tewekula wan a bi polîtîkaya tundiyê, bingehên sosyolojîk ên vê aştî û aramiyê xera dike. Komeleya Nûbiharê, domandina konsepta şer û gorîkirina Gelê Kurd a ji polîtîkayên şer re, ku tê wateya qet nehesibandin û girîngî nedayina van prensîbên însanî û Qur’anî, bi zimanekî tund red dike.

Em wekî Komeleya Nûbiharê bi vê bîr û baweriyê ( Ku ew jî ev e ): ‘’Jiyana yek mirovekî û hiqûqê wî, bi qasî jiyan û hiqûqa hemû mirovahiyê bi qîmet e û masûn e’’ dibêjin ku;
Divê qada siyasetê bê bihêzkirin û dev ji hesabên stratejîk ên ku dibin sedemê mirina însanan bê berdan.
Divê hemû derdor, ji bo ev rewşa xedar a ku li ser Gelê Kurd tête ferzkirin bi dawî bibe însiyatîf bistînin.
Ji bilî êncamên ji mirovahiyê der, ji hêla rûxandina nirxên şaristaniyê yên pevcivîna hezar salan ve jî divê şerê ku di navenda bajaran de didomin bên rawestandin.
Divê meclîs ji bo tesbîtkirina bêhiqûqiyên ku di bûyerên li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn û Sûrê de hatine kirin, lijneyên heqîqetê ava bike.
Û di vê nav berê de, em bi israr ew daxwazên me yên ku me ew di heyna hikûmeta borî de dabûn Lijneya Lihevkirinê ya Makezagonê bi lêv dikin.

Komeleya Nûbiharê
—————————————-

Sulh ve Adalete Çağrı

Diyaloga, siyasete, huzur ve barışa zemin hazırlamayı amaçlayan “2013 Çözüm Süreci” aktörlerinin, silaha ve şiddete geri dönmeleri, bir süredir Kürdistan’daki çoğu yerleşim birimini yaşanamaz hale getirmiştir. Bu savaş hali, başta yaşam hakkı olmak üzere birçok hak, hukuk ihlallerine sebebiyet vermiştir. İnsan ölümlerine, cenazelere sahip çıkılamamasına, sokağa çıkma yasaklarına, yıkımlara, yeni travmalara yol açan çatışma ortamı, toplumsal inşikakı da derinleştirmiştir.

Mesaj vermek, irade kırmak, otorite tesis etmek gibi gerekçelerle “güç siyasetini” meşrulaştırmaya çalışmak, çözümsüzlüğün tekrarını istemekten başka bir şeye hizmet etmemektedir. Saldırganlık sergilemek, savaşa gerekçeler uydurmak, sulh çağrılarını itibarsızlaştırmak yerine, sorunu diyalogla halletmeye istekli herkese elzem olan şey; zulüm kimden gelirse gelsin en edna bir meyille bile olsa katkı sunmamak ve uyuşmazlığı çözecek adil, barışçıl, haklı tepkilerden vazgeçmemektir. Sorunu üreten nedenleri çözümün aracı şeklinde tanıtmak ve hiçbir hukuk, etik tanımadan çatışmaları sürdürmek sadece zulmün alanını genişletmektedir.

Bediüzzaman Said Nursi, gerek 2. Dünya savaşında yaşanan sivil ölümlerini, hukuksuzlukları gerekse de Cumhuriyetin ilk yıllarındaki isyanları bastırmada kullanılan takrir-i sükun yöntemlerini, Kuran’dan ders aldığı; “bir mâsumun hakkı, bütün halk için dahi iptal edilmez. Bir fert dahi, umumun selâmeti için feda edilmez” anlayışıyla şiddetle eleştirir. Memleketin selâmetine çalışan ehl-i siyasetin mezkûr hakikatı nazara almasını ve bu anlayışı çiğneyen politikalara meşruiyet atfetmemesini salık verir, şöyle ki:

“…Bin masum çoluk-çocuk, ihtiyar, hasta bulunan bir yerde, bir-iki düşman askeri bulunmak bahanesiyle, bombalarla onları mahvetmek…”,

“Zâlim siyasetin gaddarâne bir düsturu olan “Cemaat için fert fedâ edilir” diye çok zâlimâne pek çok vukuatı, ehvenü’ş-şer diye bir nevi adalet-i izafiye namında hâkimiyetine bir maslahat göstermişler. Hattâ bu asırda, o gaddar düsturun hükmüyle, bir adamın hatâsıyla bir köyü mahveder. Beş on adamın, onların siyasetine zarar vermek tevehhümüyle, binler adamı perişan eder.”

“Vahşet ve bedeviliğin dehşetli bir kanun-u esasîsi olarak kabul ettikleri şimdiki öylelerinin siyasetinin bir nokta-i istinadı şudur ki: “Cemaatin selâmeti için ferd feda edilir. Vatanın selâmeti için eşhasın hukuku nazara alınmaz. Devletin siyasetinin selâmeti için cüz’î zulümler nazara alınmaz.” diye, bir tek câni yüzünden bir köyü mahvetmekle bin masumun hakkını nazara almaz. Bir tek câninin yüzünden bin adamın kılınçtan geçmesini caiz görür. Bir adamın yaralanması ile binler masumu sıkıntıya verdirir. Ve ikiyüz adamı kurşuna dizilmesini, o bahane ile nazara almaz…”

Savaş etiğine vurgu yapan yukarıdaki cümlelerin ruhuyla hareket etmeyen hiçbir organizasyon adalet üretemez.

Hakkaniyete dayanmış toplumsal tabanın tek talebi sulh ve sükunettir. Kuruluş amacı itibarı ile siyasal iradeye barışçıl yön vermesi beklenilen toplumsal dinamiklerin şiddet politikalarına tevekkülü bu sulh ve sükûnetin sosyolojik temellerini bozmaktadır. Nûbihar Derneği, bu insanî ve Kuranî prensiplerin hiçe sayılması, önemsenmemesi anlamına gelen savaş konseptinin sürdürülmesini ve Kürt halkının savaş politikalarına kurban edilmesini sert bir dille red eder.

“Bir insanın hayatı ve hukuku, bütün insanlığın hayatı ve hukuku kadar kıymetli ve masundur” anlayışından hareketle, Nûbihar Derneği olarak;
Siyaset alanının güçlendirilip sivil ölümlerine yol açan stratejik hesaplardan vazgeçilmesini,
Tüm çevrelerin, Kürt halkının yaşamak zorunda bırakıldığı ölümcül ortamın son bulması için inisiyatif almasını,
Gayr-i insani sonuçlarının yanısıra binlerce yılın birikimi olan medeniyet değerlerini tahrip etmesi bakımından şehir merkezlerinde sürdürülen çatışmaların sonlandırılmasını,
Meclis’in, Cizre, Nusaybin, Silvan, Sur vb olaylarda yaşanan hukuksuzlukların tespiti için hakikat komisyonları oluşturmasını,
Ve bu meyanda, bir önceki hükümet döneminde Anayasa Uzlaşma Komisyonu’na sunduğumuz taleplerin gerekliliğini ısrarla dillendiriyoruz.

Nûbihar Derneğiv