bediuzzaman

Taybetmendiya avakirina Medresa Zehrayê li Kurdistanê

Jiyana Bedîuzzeman Seîdî Kurdî, ji neh saliyê heta dawiya umrê wî bi ilm, bi xebat û bi têkoşîn diçe. Bi taybetî xortaya wî gelek bi hereket derbas dibe. Di xortaniya xwe de, ew evîndariya ilmê û cesareta ku bi wî re hebû wî li hemû bajarên Kurdistanê yek bi yek û hûr bi hûr gerand. Di vê pêvajoyê de him gelê Kurd nasdike û him jî pirsgirikên di gelek hêlan de di nav milletên Kurd de ku bi sedan sale xwîna wan vedixwe kifşe dike.

Dema ku Bedîuzzeman, tê de tê dunyayê demek gelek tevlihev û tarî bû. Dunyayê guherînên gelek girîng derbas dikir. Him di alema îslamê de him jî di Kurdistanê de pirsgirêkên gelek girîng hebûn. Bi gelemperî di nav alema îslamê de, bi taybetî jî di nav miletê Kurd de du nexweşiyên sereke hebûn: cehalet û îxtilaf

Ji ber hevnegirtinê û cehaletê mijek gelek giran rûniştibû li ser miletê Kurd.

Ji ber ku, ji aliyê Dewleta Osmanî de jî tu bayek bi şefkat nehatibû, ev mij yekcar nedihîşt ku miletê Kurd serê xwe bilind bike û pêşiya xwe bibîne û di pêşbaziya medeniyetê de xwe bigihîne milletên din.

Mirovê ku navê Seîdê Nursî “Bedîuzzeman” danî, gelek îsabet kiribû; lewra wexta ku Bedîuzzeman rastê pirsgirêkekê bihata, bi berpirsiyariyek mezin dest diavêtê. Ewil li çavkaniya pirsgirêkê dinihêrî, dûra li rewşa îro û di dawiyê de jî difikirî ka ev pirsgirêk wê di paşerojê de bi çi awayî derkeve holê. Dûre çareseriyê digot an jî bi xwe dikir. Hemû jiyana Bedîuzeman Seîdê Kurdî şihad e ku, Bedîuzzeman tu carî xwe ji civakê dûr nedaye û ji bo çareseriya pirsgirêkan jî çi ji dest hatiye kiriye. Çawa ku me li jor jî got bêxwendinî û hevnegirtin bibû sedema perîşaniyek mezin. Ev hal jî him ji milletê Kurd re û him jî ji alema îslamê re zirar bû. Bedîuzzeman ev hala baş dîbû. Ji ber vê lazim bû ku çareseriyek baş bê dîtin.

Bedîuzzeman bi xwe jî ev hal wiha dianî ziman: Dema ku ez li Kurdistanê bûm min halê Kurda gelek perîşan dît û min fêhm kir ku çareseriya me, xwendina ilmên medenî ye. Kaniya vî ilmî jî medrese ne. 1

Çareseriya ku Bedîuzzeman ji vî halê re dibîne: Avakirina Medresa Zehra ye. Di vî medresê de wê perwerdehiya dînî û fennî bi hev re were dayîn.

Ji ber vê Bedîuzzeman, avakirina Medresa Zehrayê gelek girîng dibîne; lewra Bedîuzzeman Seîdê Kurdî dibîne ku, çavkaniya pirsgirêkê kûr e. Ji ber vê çareserî jî gerek kûr û bi cî be.

Ciye merdresê jî bi qasê avakirina wê girîng e. Bedîuzzeman piştê ku di nav Ereb û Kurdan de digere, biryar dide ku li nava Kurdistanê ava bike. Muheqeq sedemên ku Bedîuzzeman dixwaze Medresa Zehrayê li Kurdistanê ava bike gelek in. Lêbelê emê li vir behsa sê sedemên sereke bikin:

 

1-Sedema yekemîn: coxrafîk e

Di dîroka îslamê de, di aliyê ilm û xebatên dînî de navenda îslamê gelek caran diguherî. Mesela di dema Pêximber (s.) de Medîne, di dema Emeviyan de Şam, di dema Abbasiyan de Iraq bû.

Herêma Kurdistanê jî, piştê ku Kurdan dînê îslamê pejirandin, di aliyê ilm û aliman de bû wek navendek ji muslumana re. Piştî herdu dewletên Kurd (Şeddadî û Merwanî) Kurdistan di aliyê xebatên dînî de bû xwedî taybetmendiyek mezin.

Cîrantiya Kurdistanê bi bajarê Şam û Baxdatê re gelek girîng bû. Lewra ev herdu bajar ji dema Abbasiyan vir de bibûn navenda aliman. Bi taybetî ciyê muhaddîsan bû.

Dema mirovek ji bo tovkirina hedîsa ji Bûhara yan jî ji Semerkandê têketa rê demek dirêj li Kurdisanê dima. Erzurum, Van, Bilîs, Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Baxdat, Şam… Bi vî awayî Kurdistanê wek pirekî bi kar dianîn.

Di rewşa îro de, herema Kurdistanê di nava dewletên; Îran, Iraq, Sûriye Û Tirkiyê de ye. Ev rewş nîşan dide, îroj him ji aliyê aborî û hîm jî ji aliyê coxrafîk ve, di navbera dewletên rojhilata navîn û dewletên rojava de her wekê deriyekî ye.

Çawa ku me di serî de got, ustad Bedîuzzeman wexta ku rastê pirsgirêkek bihata û dest bavêta çareseriya wî pirsgirêkê, tenê roja ku tê de ye nedifikirî. Di pêşerojê de wê bikeve çi rewşê hesabê wê jî dikir.

Li ber vî derî û li ser vê rêyê zanîngehek wekî Medresa Zehrayê hebûya, wê ji herêmê re, ji gel re û ji alema îslamê re bibûya xelat û dewlemendiyek mezin.

 

2-Sedema duyemîn: taybetmendiya navê medresê

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî dibêje: Min dixwest ez ilma fennî bi navê medresê têxim nava Kurdan.

Gelo çima Bedîuzzeman dixwaze ku perwerdeyiya fennî bi navê medresê bîne.

Ev mijar mijarek girîng e. Ji ber vê ez dixwazim hinek li ser vî mijarê bisekinim. Emê bi du pirsa dest pê bikin:

-Milletê Kurd çima ji perwerdeyiya fennî veciniqiye?

-Taybetmendiya medresê di nav Kurdan de çiye?

Dem û dîrok şahîd e ku perwerdeyî di nava muslumanan de şînbû û ji vir li dunyayê belav bû. Mixabin piştî sedsala 5an rawestînek di nava muslumanan de peyda bû. Bi sedsala 17an ilm û pêşveçûyin derbasî ba dewletên rojava bû; teknîk û teknolojî bi destê wan pêşve çû. Ji ber vê fen û teknolojî ji aliyê Awrûpayê ve dihat nav muslumanan, ev çiqas kar ba ewqas jî zirar bû; lewra çiqas qirêjî û nebaşiyên rojava hebana ew jî bi xwe re dianîn. Ji ber vê sedemê, milletekî wek Kurdan heskiriyê dînê xwe, dema tiştekî ji Awrûpa bihata xwe jê dûr didan.

Her wiha milletê Kurd ji perwerdayiya fennî jî mehrûm mabûn.

 

Medrese û milletê Kurd

Di nava milletê Kurd de medrese xwediyê ciyek girîng e. Ez dixwazim ku hinek behsa vê girîngiyê bikim.

Pişte ku milletê Kurd bi daxwaziya xwe dînê îslamê qebûl kir, li herema Kurdistanê çend dewletên Kurd ava bûn. Yek ji van jî Şeddadî bûn. Dewleta Şeddadî gelek ehemmiyetê dida medrese û aliman. Di vî demê de gelek medrese avakirin. Ev kar û xebata, ji aliyê dîn û medresa ve di dema Mervaniyan de jî berdewamkir. Bi taybetî Amîd (Amed) û Cizîr bibû warê aliman.

Medresên ku ji aliyê Kurdan ve hatine avakirin

Medresa Sor (Cizîr), Medresa Mîr Abdal (Cizîr), Medresetul Suleymaniye (Cizîr), Medresetul Mecîdiye (Cizîr), Medresa Şazeh (Cizîr). Ji van pêştir, Medresa Hatîbiye, Nuhiye, Yûsûfiye, Îdrîsiye, Qadîriye, Hecî Begiye, Exlakiye, Xalidiye û gelek medresên din… Ev hal nîşan dide ku medrese di civaka milletê Kurd de xwedî ciyek girîng e; lewra li gorî Kurdan çavkaniyên hemû paqijî û pakiyan medrese bûn. Medresên Kurdan him ji milletê Kurd re, him jî ji muslumanan re gelek xizmetên mezin kirine. Mixabin perwerdehî di van medresan de bêhtir bi dînî bû. Tunebûna ilmên fennî kêmasiyek mezin bû. Armanca Bedîuzzeman, perwerdeyiya fennî bi Medresa Zehrayê bixe nav Kurdan û vê kêmasiyê ji nava Kurdan rake.

 

Sedema sêyemîn: Xîreta Bedîuzzeman

Çawa ku me li jor jî got, jiyana Bedîuzzeman Seîdê Kurdî şahid e ku Bedîuzzeman tu demê xwe ji pirsgirêkên civakê dûr nedaye. Di rêya çareseriyê de çi ji destan bihata dikir. Nîşana alimtiyê ya herî mezin ev e.

Bedîuzzeman di şîreta xwe de dibêje: Sê nexweşiyên me hene me xirab dikin: feqîrtî, hevnegirtin (îxtîlaf) û nezanî.

Bi rastî ev her sê nexweşiyên han Kurdan gelek xirab kiribûn. Ev hal ji Bedîuzzeman re gelek giran dihat. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî vî halî wiha tîne ziman: Ew milletên ku ji berê de bi her awayî li pey Kurdan bûn, îro jihevnegirtina Kurdan firsend ditîne û derbasî pêşiya wan bûne. Ev hal ji mirovê bi xîret re gelek giran te.1

Bedîuzzeman Seîde Kurdî demeke dirêj ji bona çareseriya van nexweşiyên Kurdan dixebite.

Li Kurdistanê digere û gelek caran di vê mijarê de bi millet dişêwire. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di vê mijarê de wiha dibêje: Ez panzdeh sal fikirîm, min pêşeroja Kurdistanê di du tiştan de dît; yek hevgirtina neteweyiyê dudiyan xwendina fennî û dînî bihevre.2

Ger ku ev herdu tişt pêk werin milletê Kurd di rêya pêşvaçûyînê de, di demekê kurt de wê rêyek dirêj pêş bixin. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî bi taybetî, “hevnegirtinê” nexweşiyek mezin dibîne û çareseriyê jî di perwerdehiyê de dibîne. Bedîuzzeman dibêje: Hevgirtin bi nezaniyê nabe, hevgirtin, hevgirtina fikrî ye. Hevgirtina fikrî jî, bi şewqa ceyrana perwerdehiyê dibe.3

Evan gotinên han nîşan didin ku, daxwaziya Bedîuzzeman, bi avakirina Medresa Zehra perwerdehî bîne nava Kurda, nezaniye û ew qeweta Kurda yê bi nezaniyê bela bûye tov bike di pêşvaçûyûn, azadi û medeniyetê de milletê Kurd bigîne milletê din.

Ekrem Malbat

Çavkanî:

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, Îçtîma-î Dersler, Zehra Yayıncılık, r. 167

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, k.n.d, r. 506

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, k.n.d, r. 511

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, k.n.d, r.135